Yasa û zagonên navwelatî mafê çaranûs bo gelan weke mafekî rewa ji her gelî re erê kiriye, û ew maf movikên pêkanîna wî pir in, û rêbazên pêkanîn wî jî weha pir in, ku mafê ragihandina rêveberiyên xweser, Federliyan, konfederaliyan û welatên serbixwe jî dide wan miletan.
Gelê kurd weke gelekî xwedî ziman, xak û dîrok ji mafê wî ye, ku doza mafê xwe yê çarenûsê bike, nexasim ku ew ji nav wan gelê kêm e, yên ku hejmara wan bilind e, û ta niha ne xwedî dewlet in.
Di salên Notî de, li başûrê Kurdistanê, hêzên Kurdistanî karîbûn rêveberiyeke xweser raghînin, piştî sûde ji nakokiyên navwelatî, û xebata xwe ya polîtîk girtin, û ew nimûne roj bi roj pêşket, ta salên 2003-2005an, ku sîstema desthilatdarî li Îraqê bû federalî, û Rêveberiya Kurd, bû herêmeke federal ji nav herêmên Îraqê, û gihişt asteke mezin ji serxwebûnê ji navendê, lê di heman demê de, Sê parçeyên din ji Kurdistanê (Bakur, Rojhelat, Rojava) man di nav şerê çekdar, û polîtîk de, bo mafê Kurdan, û ti pêşketinên mîna Başûr li wan çê nebûn.
Di sala 2011an de şoreşa Sûrî destpê kir, û Kurdan jî xwe weke beşekî serke ji Şoreşê dît, nexasim ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê “Kurdistana Sûriyê” pêkhateya ku herî zor û stem li ser destê Rêjîma Bais bi serokatiya mala Esed xwar ji nav pêkhateyên Sûrî. Lê piştî ku rewşa Sûriyê aloz bû, û şer û nakokî û zikreşî di nav hêzên li ser xaka welat gihiştin rêyek girtî, diva bû projeyek polîtîk nû û ligorî qunaxê bê pêşkêşkirin, bo rê li ber çaraseriya krîzê veke, nexasim ku şer bû şerke navxweyî.
Çav li Kurdan bû, ku karîbin projeyeke polîtîk pêşkêş bikin, nexasim ku ew ezmûna wan bi Rêjîma Esed re kevin e, û birêxistinkirî ne, lê weke ku hemî pêkhateyên Sûrî di nav nakokiyan de mane, û parçe bûne, Kurd jî weha bûn du alî û sê alî, û du hêzên sereke derketin (Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê, û Tevgera Civaka Temoqratîk) her du hêzên Kurd tevî nakokiyên di nav wan de, heman proje bo çareseriyê pêşkêş kirin, û ew Federalî bû, tevî ku Federaliya ENKSê ne weke ya TEV-DEMê bû, lê her du proje jî ne hatin pejirandin ji aliyê hêzên Opozisyona Sûrî.
Kurdan di ber projeya xwe de berxwedan kirin, lê ya ne diyar bû, ku Kurd porjeya Federaliyê weke projeyeke netewî taybet pêşkêş dikin, an projeyek niştimanî Sûrî, û ev yek bû cihê paşguhxistinê.
Tenê nijadperestan ji her du aliyan -Kurd û yên hember wan- dest bi qerbalixê kirin, û opozisyona Sûrî jibilî Kurdan, ew bi parçekirina Sûriyê tewanbar kirin, û hember vê yekê Kurdan jî ew bi nezanî û asotengiyê tewanbar kirin. Lê dema mirov projeyên her du aliyên Kurd dixwîne, tevî ku yê ENKSê baş movkên wî ne xuya ne, lê her du proje wê çareyeke bo Sûriyê pêşkêş dikin, û ew ne wek projeyeke netewî pêşkêş dikin, lê na Kurdan ev xweşik diyar kiriye, û ne yê hember wan jî xwestine ku projeyên Kurd biçavê dilpakiyê bixwînin.
Li vir, du rê li ber Kurdan hene, ya pêşî ku sînga xwe firehtir bikin, û karîbin bi bêhnek fireh birêya gotûbêj û simînaran projeyên xwe raghînin, an eger bê hêvî mane ji opozisyona Sûrî karin eşkere ligorî hemî yasayên navwelatî doza mafê xwe bikin, û refrendoman lidarxînin, lê berî van gavan tevan, divê Kurd rastî kurd bin, û sînga xwe ji hevre vekin, û li ser xêzên pain lihev bikin bi projeyên wan biser bikevin.
التعليقات (0)