Xwecihiya ENKSê li Serê Kaniyê Mehmûd Walî bibîr tîne

Xwecihiya ENKSê li Serê Kaniyê Mehmûd Walî bibîr tîne

Roja 20 Îlonê komek ji xelkên Serê kaniyê û endamên xwecihiya ENKSê salvegera çaremîn ya pakrewanbûna Mehmûd Walî ( Bavê Jandî ) endamê emîndariya giştî ya ENKSê bibîr anîn.

Danê piştî nîvro, ligel amadebûna malbata Bavê Jandî li goristana Serê Kaniyê hejmarek ji dost û hevalên wî beşdar bûn û li wir rêzgirtin ji pakrewanbûna wî re girtin û gotin hatin xwendin.

Tê zanîn ku Mehmûd Walî di 20 Îlona 2012an de li pêş bargeha xwecihiya ENKSê bi guleya kesekî nenas hatibû kuştin, bêyî ku ti alî vî karî bigre ser milê xwe, lê carina serkirdeyên ENKSê PYDê bi kuştina wî tewanbar dikin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات