Bo Reqayê dê Amerîka çekên pêşketî bide YPGê

Bo Reqayê dê Amerîka çekên pêşketî bide YPGê
Hate ragihandin ku Amerîka dixwaze ji bo şerê kontrolkirina Reqayê, çekên giran pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel YPGê dike.

Rojnameya New York Times ya Amerîkî , di nûçeyekê de ragihand ku Waşinton di çarçoveya piştgiriya hêzên ku li dijî terorê şer dikin, alîkariyên zêdetir ên leşkerî ji YPGê re bişîne, û li gorî heman rojnameyê di nava wan çekan de mûşekên dijî tankan hene.

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku pêşkêşkirina wan alîkariyan di çarçoveya amadekariyên operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de ne.

Di heman demê de tê gotin ku Amerîka û Tirkiyê li ser wê yekê gotûbêj dikin ku YPG tevlî operasyona Reqayê nekin, lê Amerîka wê yekê napejirîne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات