Li bajarê Dirbêsiyê duh danê şevê girûpek kesên rûgirtî tirimbêla endamekî partiya yekîtî li bajêr şewitandin.
Kesên ne nas duh demjimêr 02:30ê derengiya şevê tirimbêla Ebd El-Hemîd Elîko ku ew endamê rêxistina bajarê Dirbêsiyê ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, bi bikaranîna dolab û benzînê şewitandin, herwiha ta niha ew kes nehatine naskirin û Asayîşê jî ti agahî diyar nekiriye.
التعليقات (0)