Li rojhelatê Qelemon li gundewarê Şamê hat zanîn ku Artêşa Azad hejmarek navçeyên giring ji destê terorêstên DAIŞê rêzgarkirin.
Tevgera Ehrar El-Şam ya bi ser rikberiya Sûrî ve ragihand ku piştî pevçûnin tund bi çekdarên DAIŞê re li navçeya Qelemon perçeyên giring ji çiyayê El-Betra yê stratîçîk û navçeya El-Recim El-E`uliya ji DAIŞê rêzgarkirin, tê zannîn ku ew xalên hatin rêzgarkirin di demek berê de ji aliyê DAIŞê hatibûn kontrolkirin.
التعليقات (0)