Ştaynmayer qedexeyeke demkî a firînê li Sûriyê pêşniyar dike

Ştaynmayer qedexeyeke demkî a firînê li Sûriyê pêşniyar dike

Wezîrê derve yê Almanî Frank Valter Ştaynmayer, peydakirina herêmeke ewle, ku firîna balafirên şer raserî wê bo demekê were qedexekirin pêşniyar kir. Ew yek jî weke bizavekê bo vejandina agirbesta têkçûyî li Sûriyê.

Ştaynmayer doh êvarî li Nyû Yorka Amerîkî got, ku rewşa Sûriyê gihiştiye asteke metirsdar û weha domand:’’Eger derfetek bo agirbestê hebe, ew dê tenê di rêya qedexekirineke demkî ya tevaya balafirên şer de, li seranserî Sûryê be. Ew dem dibe 3 roj bin, û dê 7 roj baştir be’’.

Ji aliyê xwe ve, serokê komîteya karûbarên derve di parlementoya Almanî de Norbert Rotigen, peydakirina herêmeke ewle û qedexekirina firîna li asîmanê Sûriyê bi erênî nirxand û bombebarankirina karwanê alîkariyan ya roja Duşemê avête ser milên Rûsyayê.

Rotigen got:’’Eger ne Rûsyayê êrîşî karwan kiribe jî, lê her ew di ber vî şerî de berpirsyar e, jiber eger ne ji piştgiriya wê ya leşkerî ji rêjîma Esed re ba, ev şer dê ji demeke dirêj ve bidawî hatiba’’.

Li hêleke din, wezareta derve ya Rûsyayê îro Pêncşemê ragihand, piştî tawanbarkirina hevdû, wezîrê wê derve Sêrgêy Lavrof û yê Amarîkî Con Kêrî civiyan û mijara kêşeya Sûrî li Nyû Yorkê gotûbêj kirin. 

Wezaretê di belavokekê de li ser malpera xwe ya Facebookê got, herdû wezîr pêşî li ser hêla telefonê bi hev re axivîn û amaje kir, ku pêşniayar bixwe Amerîkî bû. Şûnde jî, herdû ligel şandeyên welatên xwe hevdîtin pêk anîn.

Tê zanîn, ku herdû wezîr doh li Encûmena Ewlekariyê lihev kiribûn, ku xebata hevkar rêya tekane ye, jibo sepandina agirbestekê li Sûriyê, Kêrî jî ji Lavrov xwestibû fişarê li rêjîmê bike, da operasyonên xwe yên asîmanî rawestîne.

 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات