Despêka demsala Seyandinê Li Amûdê

Despêka demsala Seyandinê Li Amûdê

Bajarȇ Amûdê kevntirîn bajar, li herêma cizîrê ye, ku gelek malên wî heya aniha ji heriyê ne. Di despȇka Îlolê de welatiyên xaniyên wan ji heriyê ne dest bi karê çaksazkirin û seyandina xaniyan dikin, jiber di vê demê de rewşa seqayê xweş dibe, herweha demsala zivistanî nêzîk dibe.

Welatiyȇ bi navȇ Mihemed Zekî ji Orient net dibêje: ’’Her sal ez xaniyȇ xwe diseyînim û îsal berya du heyvan min dest bi pişrûka xwe kir, jibo amadebûna seyandina xaniyê xwe, jiber ku zivistaneke giran li pêşiya meye’’.

Tiştê herî balkêş di vî karî de ew e, ku hemû kesên di taxê de, ji ciwanan alîkariya hev dikin û her yek ji wan bi karekî taybet dirabe. Hin ji wan heriyê didagirin û dikşînin û hin jî, ku weke hoste têne naskirin diseyînin.  

Li ser vê yekê, xortê bi navȇ Hozan Ehmed dibêje:’’ Ez hatim alîkariya cîranê xwe jiber ev karê han di salê de carek e, û jibo ku em di demeke kurt de xelas bikin. Em bi kêf ȗ henekan pê re derbas dikin û piştî vê westandinȇ, em li ser firavînekȇ dicivin’’.

Di vê dema de, avakirin li herêma Cizîrê bi ber zêdebûnê ve diçe, lê xaniyên ax li bajarȇ Amûdê bi pirbûn peyda dibin û xelkên wê dibêjin, ku xaniyên ax ji yên çimento çêtir in, jiber ku ew zivistanî, germ in û di havînî jî hênik ine .

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات