Wezareta Tenduristiya ya Misrê ragihand, ku hejmara kesên jiyana xwe di binavbûna keştiya wan de ji desat dane gihişte 40î.
Keştî doh beramberî bajarê Reşîd ê Misrê binav bû, û jibilî dora 40 koçberên ku di bûyerê de jiyana xwe ji deast dan û 154ên din ên hatine rizgarkirin, lêgerîn bo kesên din berdewam e, jiber hejmara rasteqîn a kesên li ser keştiyê nehatiye zanîn.
Ev bûyer tê piştî dora 3 mehan ji hişyariya serokê ajansa Ewropî ya çavdêriya sînoran (Frontêks), ku libarê hejmara penberan, ên dixwazin di rêya deryaya Spî re xwe bigihînin Ewropayê.
التعليقات (0)