Gabriyêl: Rûsya doza parastina karwanên alîkariyan li Sûriyê ji Amerîkayê dike

Gabriyêl: Rûsya doza parastina karwanên alîkariyan li Sûriyê ji Amerîkayê dike

Di dema hevdîtina xwe de ligel cîgirê şêwirmenda Almanî Zigmar Gabriyêl, serokê Rûsî Vladîmêr Pûtîn tekez kir, ku ew xebate mezintir ji Amerîkayê di warê parastina karwanên alîkariyan de dixwaze. Hevdem wê tawanbarkirina welatê xwe libarê bombebarankirina karawana alîkariyan roja Duşema bûrî red kir.

Gabriyêl, ê ku doh êvarî ligel serokê Rûsî civiyabû got, ku Pûtîn tekez kiriye ku destê wan di êrîşa roja Duşema bûrî de, ku bubû sedema bidawîhatina agirbestê li Sûriyê tune ye, û amaje kir, ku Pûtîn dixwazî agirbestê vejîne.

Berpirsê Alman li ser zarê Pûtîn got:’’Ne tenê Rûsya amade ye karwanên alîkariyê biparêze’’, û amaje kir, ku pûtîn dixwaze Amerîka jî bi vê erkî rabe û weha got:’’ Ev yek ji dijberiyên herî mezin e, û Amerîka ne amade ye vê xebatê bike, yan jî bi kêmanî , hêj ne amade ye’’.

Tê zanîn, ku roja Duşema bûrî karwanekî alîkariyan rastî êrîşekê li nêzî Helebê hatibû û di encamê de hejmarek karmendên dezgehên bijîşkî jiyana xwe ji dest dabûn. Amerîka texmîn dike, ku ew êrîş ji aliyê 2 balafirên Rûsî ve pêk hatiye. Rûsya jî  vê yekê red dike û ji aliyê xwe ve Gabriyêl amaje kir, ku wî ji Pûtîn re gotiye, destên rêjîma Sûrî di wê êrîşê de heye.  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات