Heleb: Ceyş El-Fetih êrîşa rêjîmê têk dibe û balafirên Rûsî topbaran dikin

Heleb: Ceyş El-Fetih êrîşa rêjîmê têk dibe û balafirên Rûsî topbaran dikin
Balafirên şer ên Rûsî ji demjimêrên sibehê ve taxên sivîlan ên rojhilatî li bajarê Helebê bi êrîşên asîmanî armanc kirin û hejmarek ji qurbaniyan li pey xwe hiştin, û pevçûnên tund di navbera hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên alîgirên wê ji aliyekî û berên rikberiyê û yên îslamî ji aliyekî din ve li hin deverên rojava û başûr ên bajêr rû dan.

Li gorî jêderine meydanî ji Helebê, balafirên Rûsî ligel ên rêjîmê bi 13 êrîşan taxên Kelasê û Bustan El-Qesir armanc kirin û bi bombeyên fosforî û yên napalmê topbarandin, di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn jibilî ziyanên mezin ên li avahî û semyanan hatin kirin.

Heman jêderan diyar kirin ku, hêzên rêjîmê bi piştgiriya mîlîşyeyên Îraqî êrîşî bargehên berên rikberiyê li Amiriyê (rojavayê Helebê) û Eqreb (başûr) kirin, û pevçûnên tund di navbera wan û Ceyş El-Fetih de qewimîn, tê de çekdarên rikber hêzên rêjîmê bi mûşekan topbarandin û 6 ji leşkerên wê kuştin,lewra rêjîm û alîgirên xwe neçar bûn ku bi paş ve vekişin û êrîşa wan têk çû.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات