Greva birçîbûnê û biryarên şaş

Greva birçîbûnê û biryarên şaş

Ji destpêka şoreşa sûriyê ve, Kurdên rojavayê Kurdistanê di bizavek berdewam de kar dikin jibo bidestînana mafên xwe yên rewa, ji avakirina encûmen û tevgerên siyasî destpê kir, ku hijmarek ji partiyên siyasî bi navê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî kar dikin, herwiha PYDê ya ku niha Rêveberîya Xweser li rojavayê Kurdistan birêve dibe.

 

PYD û ENKS wek dû aliyên cuda ji hev xebatê dikin û her aliyek ji wan bingeha xwe ya cemawerî heye, lê herdû alî zêdebarî rêkeftinên ku hatin îmzekirin ne gehiştin çi encamên erînî, ku dibin yek sîber de kar bikin û nakokî dinavbera wan de roj bi roj dijwartir dibin.

 

Asayîşa Rêveberîya Xweser bi serokatiya PYDê piştî avakirina rêveberîyê dest bi girtina siyasetmedar û çalakvanan kir, yên ku li dijî nerînên wê bûn û gelekên din li dersînor kirin. 

Zêdebûna girtiyan û êrîşkirin liser xwenîşandanan bûye cihê nerazîbûna xelkên rojavayê Kurdistanê bi taybetî alîgirên ENKSê yên ku Li 12 Îlonê dest bi hewa greva birçîbûnê kirin, weke nerazîbûn ji siyaseta PYDê re û azadkirina girtiyên siyasî daxwaza serekî ya grevê bû, û li hemû bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê vekêşa ta gehişte kampên penaberiyê û Ewropayê, Lê piştî heft rojan bi kongrekî rojnamevanî grev bi dawî hat bêyî ku çi encam were bidestxistin.

 

Li gor yasayên navdewletî li dema grev tênî kirin, divê pêwistiyên ewlekarî û tendurstî li cihê grevê bêne wergirtin û rêz li daxwaziyên grevbûyan bê kirin, jiber greva birçîbûnê wek berxwedaneke aştiyane tê naskirin lê Rêveberîya Xweser bi dezgehên xwe ve çi giringî bi grevê nedan bi kêmayî pêwistiyên tendurstî peydakiriba, yan jî seredana cihên grevê kirba, û berpirsên xweseriyê jî gef bi gotinên tund li xelkên grevkirî kirin, ev jî wiha diyar dike ku PYD kesî ji xwe pê ve qebûl nake.

 

Herwiha ENKS şikestin di greva xwe de îna li dema daxwaza Serokê ENKSê Ibrahîm Biro li roja diwemîn ku grev were rawestandin bicih ne înan û xelkên grevkirî berdewam man liser greva xwe, dîse barê ENKS liser milê keç û xortan bû û çi gavên cidî ne avêtin, dibe ku ev girav kaxeza wê ya dawiyê bû ku li hember şaşîtiyên PYD raweste û karekî baş û berçav li rojavayê Kurdistanê bike.

 

Nakokîyên siyasî kartêkirnek pir mezin li mala Kurdî kiriye û ber bi parçebûnê çûye, û niha rojavayê Kurdistanê di demeke dîrokî de derbas dibe û greva birçîbûnê ne çareserî ye, pêwîst e ENKS li xwe vegere û ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya ku li dijî daxwaziyên Kurda ye derkeve û PYD destê biratiyê bide ENKSê û girtiyên siyasî azad bike, jiber guhertinên herêmî û navdewletî kartêkirinek mezin li ser heye lewra pêwîst e hemû alî li hev bicivin û bigehin yek bingeh ji daxwazên gelê Kurd re da kû li hember her hêzeke cîhanî yan mêzên danûstandinê bi zelalî mafên xwe diyar bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات