Bircên Amedê

Bircên Amedê

Amed, paytexta Kurdistana Mezin, bajarê xêr û bereketê. Sererda wî tijî zebeş û dexl û dan, binerda wê mişt baqir/sifir, zêr û zîv… Bajarê evîn û aramiyê. Bajarê kevokbazî û kewkeban. Bajarê hêvî û tîrêjên Mîtrayê pîroz. Dêra Surp Giragos, meizntirîn dêra Ermenan, dêra Meryemayê, yek ji kevintirîn dêra Suryanan, ligel dêra Mar Toma, Mizgefta Mezin ku berê atêşgeha zerdûştiyan bû, niha wek 5emîn harema pîroz a alema îslamê tê qebûlkirin, ligel minareya çarling ku her lingekî wê mezhebekê temsîl dike, tev di dilê vî bajarê pîroz de, mil bi milê hev de ne. Bajarek, xwe bi sûr û bircên mezin pêçayî. Îja em hinekî jî bala xwe bidine van bircên Amedê û guhdariya stran û çîroka wan bikin.   

Birca Deriyê Çiyê

Ev birc wek birca Xarpêtê jî tê zanîn di bircên rast û çepê wê de kîtêbeyên Bîzans, Roma, Selçûqî û Osmaniyan hene, li rex wan rulyetên gelek heywan, nebat, gûşiyên tirî, roj û Mohra Qral Silêman hene. Di roja me de qaba jêrî wek salona pêşangehan û Bûroya Serlêdanê ya Turîzmê tê bikaranîn. 

Birca Keçikê

Birca Keçikê li Deriyê Mêrdînê cih digire. Ev birc li ser perestgeha rojê hatiye avakirin, lê dîroka avakirina wê bi duristî nayê zanîn, li ser kitêbeya wê em pê dihesin ku ev birc ji aliyê Merwaniyan ve hatiye venûkirin. Ji ser vê bircê ve mirov dikare baxçeyên Hewselê, Pira Dehderî ya dîrokî, Çemê Dîcleyê, Çiyayê Çilezîzan, Qesra Semanî û Navsûrê bi awayekî panoramîk temaşe bike. Birca Keçikê di ser sûra Amedê de birca herî mezin e û herî kevnar e. Ji ber vê yekê jî fîgurê teyrî yê li ser kemera wê ya pêşî balê dikêşe. Birc di sala 2004an de ji aliyê Midûrtiya Rolove û Bîrdaran ve hatiye restorekirin û hê jî wek salona resepsiyon û cihê pêşangehan tê bikaranîn.

Di nav gel de ev durik li ser Birca Keçikê tê gotin:

Birca Keçikê zozan e 

Seyrangeha qîzan e 

Ez yara xwe nas dikim 

Tava hîva rezan e 

Birca Hosta

Ev birc di serdema Artûqiyan (1208) hatiye avakirin, ev û Birca Şagirt bi hev re hatin avakirin. Serpêhatiya hoste û berdestê wî navê xwe daye bircê. Li sre bircê rulyefên teyrê duserî û şêran hene. Di kitêbeyê de ji bo çêkerên bircê dua hatiye xwendin.  

Birca Şagirt

Ev birc di sala 1208an de ji aliyê Artûqiyan ve hatiye çêkirin, awayê wê yê giloverî, kîtabeya dora wê pêçayî, teyrê duserî û rulyefa şêrê bi bask ê mîtolojiya Kurdistanê li ser e, yek ji berhema herî xweşik a serdema xwe ye.  

Birca Nûr

Di sala 1089an de ji aliyê Hikumdarê Selçuqî Melîkşah ve hate çêkirin. Mîmarê wê Selamîoglu Urfali Mihemed e. Kitêbeya wê bi nivîsa kufî hatiye lêkirin û bi fîgurên cur bi cur ên sewalan birceke zengîn e. Bizina bi qiloç û hespê ku dibeze li ser vê bircê hene û fîgurên wan balê dikêşin. Li rex kitêbeya bircê motîfa kevokê heye û hema li bin wê jî rulyefa jineke porkur ku bi çarmêrkî rûniştiye û rolyefa jina tazî ku dest û piyên wê digirin heye, ev wêne nîşan dide ku herçendî serdema Îslamê be jî li Amedê huner gelekî bi pêş ve bûye.  

Efsaneya Sûran

Li gorî efsaneyê, hukimdarê herêmê dixwaze li rojavayê bajarê sûran du bircên xemilandî bêne lêkirin. Kesên bi vê tên wezîfedarkirin, avakirina Birca Heft Birayan bi stû xwe ve digirin û ji berdeskê xwe dixwazin ku ew jî Birca Şagirt ava bike. Piştî birc têne lêkirin hukimdar ligel kabirên xwe bircan seh dike, digihêje wê encamê ku Birca Şagirt ji ya dîtir mezintir û baştir e. Hosteyê bircê vê yekê bi xwe nikare bid eqebûlkirin û xwe di Birca Heft Birayan de davêje xwarê. Berdeskê hoste bi xwekuştina hosteyê xwe razî nabe û ew jî xwe di bircê de davêje xwarê. Ji vê bûyerê şûn de, Birac Şagirt û Birca Heft Birayan di nav xelkê de bi navê “Ben û Sen” tê binavkirin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات