Sala 2016 dibe ya herî xwînî bê li deryaya Spî

Sala 2016 dibe ya herî xwînî bê li deryaya Spî

Tavî ku hejmara penaber û koçberên di rêya deryaya Spî re berê xwe didin Ewropayê biqasî 40% kêm bûye, lê Komisyona Bilind a Karûbarên penaberan ditirse, ku sala 2016an ya herî bixwîn be li wê deryayê.

Komisyona Bilind a Karûbarên penaberan doh Sêşemê di raporeke xwe de got, ku ji destpêka salê ve, bêhtir ji 300 hezar penaber û koçber di rêya deryayê re gihiştine beravên Îtalya û Yonanistanê, li hember wê jî di heman demê ji sala bûrî de, 520 hezar gihiştibûn. Li aliyê din dora 3210 kes di dema hewldanan derbaskirina deryaya Spî de yan weke kuştî yan weda hatine ragihandin, ev hejmar tenê biqasî 14% ji a sala bûrî bi giştî kêmtir e.

Komisyonê di daxuyaniyekê de got:’’ Li gorî vê rêjeyê, dibe sala 2016an ya herî xwînî be di deryaya Spî de’’. Li aliyekî din Komisyonê got, ku dora 60 hezar kes li giravên Yonanistanê asê mane, û dora 160 hezarên din li navendên penaberan ên Îtalyayê hetine bicîhkirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات