Tîmên bijîşkî li Xan Tomanê hatin bombebarankirin

Tîmên bijîşkî li Xan Tomanê hatin bombebarankirin

Hate ragihandin, ku hin balafirên şer ên nehatine naskirin xaleke bijîşkî ya girêdayî Yekîtiya rêxistinên lihawarçûnê û guhdana bijîşkî li Xan Tomanê ya nêzîkî Helebê bombebaran kirine û di encamê de hejmarek karmend jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya yekîtiyê, di êrîşê de 2 tirimbêlên wan li xaleke bijîşkî hatine armanckirin û di encamê de 4 karmendên tîmên wan ên bijîşkî hatine kuştin û navenda wan a bijîşkî jî bi giştî hatiye wêrankirin, herweha hate gotin, ku hin qurbanî jî hêj dibin wêranê de ne.

Li gorî jêderan, di heman êrîşê de, 9 çekdarên Ceyş El Fetih, ku bixwe karmendên xala bijîşkî bûn hatine kuştin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات