Berpirsekî Kurd beşdarbûna partiyên Kurd li Himêmîm tekez dike

Berpirsekî Kurd beşdarbûna partiyên Kurd li Himêmîm tekez dike
Berbpirsekî siyasî Kurdî nûçeya civîna hin partiyên Kurdî ligel rêjîma Esed herwiha bi serperiştiyeke Rûsî aşkere û tekez kir.

Wî berpirsê Kurd diyar kir ku nûnerên hin partî û rêxistinên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li Himêmîm civiyane û hin xalên giring bi doseya Kurdî gengeşe kirin, herwiha civîn bê encam bidawî bû lê li gorî gotina wî berpirsî Rûsya li ser berdewamiya wan civînan tekez dike da çareserî ji wan nakokiyên girêdayî doseya Kurdî li Sûriyê çareser bibin.

Heman berpirsê ku nexwest navê wî were aşker kirin got ku şandeya rêjîmê bi nerîneke qels û ziyîf li pirsa Kurdî û mafê wî li Rojavayê Kurdistanê dinere, û ew federaliya Rojava û Bakurê Sûriyê herwiha ne navendiya siyasî weke perçebûnekê ji xaka Sûriyê re nîşan didin û ew weke rêjîm ti caran sîstemên wisa napejirînin.

Lê belê şandeya partiyên Kurdî ji rêjîmê re bi gef gotin ku Kurd ti caran ji deskeftên xwe bernadin û hemû xaka di dest wan de dê bimîne û Kurd dê mafê xwe bi destên xwe werbigrin, û ji xwe bêhtirî ribekê ji zemîna Sûriyê di destê şervanên Kurd de ne jiber ku rêjîm hew dikare zemîna ku ji dest wê çûye vegerîne.

Li barê helwesta Amerîkayê ji wan civînên rêjîmê ligel partiyên Kurdî wî berpirsî da zanîn ku Amerîka ne li dijî heman civînan e tevî ku bi serperiştiyeke Rûsî ye.

Di dawiya gotina xwe de berpirsê Kurd navê aliyên beşdar aşkere kir ku di heman civînê de ev kes hebûn:

-Serokê hersî kantonên Rojavayê Kurdistanê

- Nûnerên encûmena Sûriya Demoqratîk

- Encûmena Federaliya Rojava û Bakurê Sûriyê

- Partiyên TEVDEMê

- Partiyên Hevendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyê

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات