Waşinton Rûsyayê di ber bombebarankirina karwanê alîkariyan de berpirsyaî dike

Waşinton Rûsyayê di ber bombebarankirina karwanê alîkariyan de berpirsyaî dike

Berpirsin Amerîkî îro Çarşemê gotin, ku welatê wan texmîn dike, 2 balafirên Rûsî roja Duşemê êrîşî karwanê alîkariyên li nêzî Helebê kirine, êrîşa ku agirbesta 2 hefetyan şikand. 

Li vê barê berpirsên Amerîkî gotin, ku li gorî zaniyariyên saloxgêrî yên Amerîkî, 2 balafirên Rûsî yên Sûxoy-24 di heman dema rasthatina karwan ji êrîşê re, raserî wî karwanî difiriyan, lewra ew texmîn dikin ku Rûsya di ber wê êrîşê de berpirsyar e.

Ji aliyê xwe ve berdevkeke wezareta derve ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî ji rojnamevanan re got, ku ti rastê di destên rêveberiya Amerîkî de li vî barî tune ne. Li aliyekî din, Rûsyayê ragihand, ku balafirên wan û yên rêjîmê ew êrîş pêk neanîne û ku ew texmîn dikin, karwan rastî ti êrîşên asîmanî nehatiye, lê ew rastî bûyerekê li ser zemînê hatiye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات