Serê Kaniyê: Şaredarî dibistanan çaksaz dike

Serê Kaniyê: Şaredarî dibistanan çaksaz dike
Bi alîkariya rêxistina hawarçûyîna bijişkî li Sûriyê MRFS, şaredariya bajarê Serê Kaniyê 6 dibistan li bajêr û gundên derdorê çaksaz kirin.

Li gorî şaredariya Serê Kaniyê, wan destpêka sala xwendinê ya nû twalêt û cihên vexwarina avê li 6 dibistanan çak kirin ku wan ji nû ve dergehên nû danîn û sîramîk û henfî siwar kirin, herweha hatin amedekirin jibo xwendekarên xwediyên pêdiviyên taybet.

Dibistanên ku ev proje jibo wan bicih hatin ev in : Efaf , Umeyr, Kîvork, Ebdilkarim Kûsa, Til Helef û Ên Hisan.

Herweha bi vê projeyê re heman dibistan hatin paqijkirin ji bermahiyan û hatin amedekirin ji pêşwaziya sala nû ji xwendinê re.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات