PKKê sînorên deverên xwe girtine bo derhênana petrolê bo Îranê

PKKê sînorên deverên xwe girtine bo derhênana petrolê bo Îranê
Jêderine xwecihî ji gundên derdora çiyayê Qendîlê ragihandin ku, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) sînorên devera di bin kontrola xwe de bitevahî girtine û amadekariyan dike da petrolê ji deverê der bixe û bifroşe Îranê.

Wan jêderan diyar kirin ku, hêzine taybet ji PKKê rêyekê bi dirêjahiya 5 km amade dike di navbera gundê Perdeşal û yên newala Baliyan û ji wir ber bi Qendîlê ve, û ev yek bi mebesta derxistina petrolê û bi rêya sahrîcan bifroşine Îranê.

Li gorî wan jêderan, piştî amadekirina rêya nû, dê PKKê petrolê ji devera Sorgelî ya raserî gundê Zargelî li çiyayê Qendîlê der bixe, û ev dever beriya niha rastî êrîşên asîmanî yên balafirên Tirkî hatibûn, û PKKê nehiştibû wezareta berhemên xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê petrolê ji wan deveran der bixe.

Qayimeqamê Rewandûz Kêwîstan Ehmed ji Bas News re got ku, kompaniyayeke Amerîkî zeviyeke petrolê li navçeya Wertî amade kiribû, û ew dever niha di bin kontrola PKKê de ne, û hêj gelek zeviyên din li wir hene.

Ji hêla xwe ve, rêvebirê navçeya Wertî Saman Mihemed diyar kir ku, PKKê hemû deverên xwe girtine û derbasbûnê bo wan qedexe dike, ta nehiştin ku ew weke rêvebirê navçeyê bixwe derbas bibe, û rêyeke di navbera Qendîl û Îranê de heye  bi rêya wê petrol bo Îranê tête firoştin.

Endama komîteya berhemên xwezayî di parlementoya Herêma Kurdistanê ji (Partî Niştimanî Kurdistaî YNKê) Rêwas Fayiq got ku, wan haj ji derxistina petrolê ji hêla PKKê ve tune ye, û nizanin ku ew petrol bo Îranê tête firoştin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات