Demîrtaş: Barzanî rêberekî mezin e û armanc ji seredanê yekrêziya Kurdan e

Demîrtaş: Barzanî rêberekî mezin e û armanc ji seredanê yekrêziya Kurdan e
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDPê) Selahetîn Demîrtaş îro Çarşemê ragihand ku, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêberekî gelê Kurd e û ew rêberekî mezin e, û diyar kir ku armanc ji seredana wî bo Herêmê yekrêziya Kurdan e.

Di kongirekî çapemenî de li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, Demîrtaş got ku, mercên ku doza Kurdî tê de derbas dibe gelekî hestyar in, û wî seredana Herêmê kiriye bi mebesta hevdîtinan bi berpirsên Kurdî re bike û têkiliyan ligel wan bihêztir bike.

Di heman kongirî de, hevserokê HDPê Barzanî weke rêberekî girîng bo gelê Kurd bi nav kir, û ew ê civînekê ligel wî lidar bixe, herweha dê ligel serokwezîrê Herêmê Nîçirvan Barzanî sibe bicive.

Hêjayî gotinê ye ku, hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş îro Çarşemê gihişte Hewlêrê û beriya demekê bo vê seredanê hatibû ragihandin, û dê di çarçoveya wê de jî hevdîtinan ligel serkirdeyên YNKê li Silêmaniyê jî bike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات