HSDê bêhtirî çarêka rûbara Sûriyê kontrol dike

HSDê bêhtirî çarêka rûbara Sûriyê kontrol dike
Jêderekî leşkerî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) ragihand ku, hêzên wan bêhtirî çarêka rûbara Sûriyê kontrol dikin, û eger ew bajarê Reqayê ji rêxistina DAIŞê rizgar bikin, dê ew bibe mezintirîn hêz li ser asta Sûriyê bitevahî.

Wî jêderî, yê nexwest navê xwe aşkere bike, ji çapemeniyê re diyar kir ku, bêhtirî 28% ji rûbara Sûriyê di bin kontrola HSDê de ye, û DAIŞ 35% kontrol dike, lê eger HSDê Reqa ji rêxistinê rizgar bike, dê bibe hêza mezintirîn ya firehtirîn rûbara Sûriyê desteser dike.

Heman jêderî amaje kir ku, xaka Rojavayê Kurdistanê jibilî devera Şehbayê rizgarkirî ye, û Tirkiyê dibe astengî li pêşiya rizgarkirina wê deverê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات