HSDê: Me êrîşa DAIŞê li bakurê Helebê têk şikand

HSDê: Me êrîşa DAIŞê li bakurê Helebê têk şikand

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) doh êvarê rgihand ku, şervanên wan êrîşeke rêxistina DAIŞê li bakurê Helebê têk şikandin û hejmarek ji çekdarên êrîşker di encama pevçûnan de hatin kuştin.

Di daxuyaniya xwe de, Ceyş El-Siwar, yek ji berên HSDê diyar kir ku, çekdarên DAIŞê êrîşî bargehên wan li gundên Um Hoş û Um El-Qura bi çekên giran û tirimbêlên mayinkirî kirin, û êrîşa wan ji 5 aliyan ve hate kirin û tê de 3 tank bikar anîn.

Heman daxuyanî amaje kir ku, şervanên HSDê herdu tirimbêlên mayinkirî teqandin beriya ew bigihîjine armancên xwe, herweha pîkapeke doşkayê ligel endamên xwe û tankek bitevahî hatin rûxandin, jibilî ku bi dehan ji çeteyên rêxistinê hatin kuştin, termên 4 ji wan di destê hêzên demokratîk de ne û 16 termên din li qada şer belavkirî ne.

Di dawiya daxuyaniyê de, HSDê got ku, hejmarek ji şervanên wan di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û dê navên wan di demeke nêz de aşkere bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات