Amerîka Cund El Eqsa weke rêxistineke terorîst diragihîne

Amerîka Cund El Eqsa weke rêxistineke terorîst diragihîne

Wezareta derve ya Amerîkî îro Sêşemê grûpa Cund El Eqsa, ku li bakurê Sûriyê şer dike weke ’’rêxistineke terorîst a navwelatî’’ ragihand.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got:’’Divê ambargo li ser hin kesayetî û fermandarên rêxistinê werine sepandin û semyanên wan li Amerîkayê werine desteserkirin, herweha têkiliyên ligel vê rêxistinê û tevlîbûna di nav de li ser welatiyên Amerîkî hatin qedexekirin’’.

Di daxuyaniyê de hatiye amajekirin, ku Cund El Eqsa parçeyek ji Cebhet El Nusra bû, ku Waşiton wê weke rêxistineke terorîst dide naskirin, lê ew jê Nusra veqetiya û operasyonên xwe bi şêweyekî serbixwe pêk dianîn.

Daxuyanî weha berdewam dike:’’Tevî cudabûnê lê hevkarî bi awayekî diyar di navbera herdû aliyan de heye’’. Weke nîşanên wê hevkariyê jî, daxuyanî behsa 2 teqînên xwekujî di Avdara 2015an de û komkujiyeke li gundekî dike.

Cund El Eqsa di sala 2012an de ji aliyê Ebû Ebdilezîz El Qeterî ve hatibû damezirandin û bixwe girêdayî Cebhet El Nusra bû, lê jiber hin nakokiyên di navbera wan de, ew cuda bubûn û aniha li gundewarê Idlibê çalak e.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات