Şêwekarê Kurd Adil Dawûd - Çîrokeke serkeftinê

Şêwekarê Kurd Adil Dawûd - Çîrokeke serkeftinê

Şêwekarê Kurd Adil Dawûd, kurê bajarê Hesekê ji zaroktiya xwe ve ji şêwekariyê hez dikir. Wî qet dest ji xewna xwe ya biserketina di vî warî de neberda û piştî xebat û kedeke dirêj, wî yekemîn xelata navcîhanî bo tabloyên xwe li welatê Nêmsayê wergirt.

Dawûd kîye? Di hevpeyvîneke kurt ligel Orient Net Adil Dawûd çîroka xwe, ji despêkê ta bi kêlîka xelatkirina berhemên wî weha vegot: ’’Ez di sala 1980î de, li bajarê Hesekê jidayik bûme û ji sinifê çaran ve jî min dest bi şêwekariyê kirie’’.

’’Sinifê nehan min dest ji dibistanê berda, hezkirina min tenê ji şêwekariyê re bû, lewma min xwe li Navenda Hunerên şêwekarî li Hesekê qeyd kir, û li mal jî min odeyeke xwe ji dep û tûtyayê ava kir, û tê de min 7 salan kar kir û ez gihiştim asta akademî’’. ’’ Wê çaxê min xwest, ez di warê hunerî de bikevim asteke bilintir de, lewma jî min xwendina sinifê nehan û ya bakaloryayê ji nû ve vegerandin û ligel pileyeke bilind a biqasî 95 ji sedî, min karîbû di sala 2007an de cihê xwe li kolêja hunerên bedew bigirim û di sala 2001an de jî, ligel pileyeke bilind ez ji kolêjê der çûm’’.

’’Çend mehan Piştî derçûnê, min şanoyek li (Art House), ku yek ji girîngtirîn pêşengehên Sûriyê ye pêşkêş kir û yeke din jî, li urdun û Beyrûtê. Di sala 2013an de ez hatim Ewropayê û piştî salekê ji mana xwe li Nêmsayê, ez di pêşbirka (Essel) a hunera nûjen de beşdar bûm, ku yek ji girîngtirîn entîkexane li Ewropayê tê hesibandin. Di wê pêşbirkê de 756 hunermendên Nêmsawî beşdar bubûn, ji wan ligel min 22 hatin bijartin’’. 

’’Demekê şûnde, min berhemên xwe li Frensayê jî, sala 2015an pêşkêş kirin û li wir yek ji tablyoên min ji hêla entîkexane Brîtanî (British Muesum) ve hate kirîn, û ji wir min karîbû bala pêşangehên Nêmsawî û Ewropî bikişînim ser berhemên xwe. Aniha jî ez ligel 4 pêşangehan dixebitim’’.

’’Di dema dawî de, ez di sîmpozyom, ango konfranseke navwelatî de, ku li warê jidayikbûna şêwekarê navcîhanî Oskar Kokoşka li bajarokê Poxlarn ê Nêmasyê hatibû organîzekirin, hatime bijartin. Di çalakiyê de, şêwekarên ji welatên cuda beşdar bubûn. me ligel hev di dema 10 rojan de tablo çê kirin û piştî tîma dadgeran, ku ji hejmareke şêwekarên mezin pêk dihat, min ligel 2 şêwekarên din xelata (Kokoşka) wergirt’’. 

Dawûd yek ji nimûneyên wan kesên xwedî xewn û hêviyên serkeftine ye, ku jibo armanca xwe bi viyaneke bêhempa karê xwe di rewşên cuda berdewam kir û dest ji xewnên neberda. Ev tabloyên wî, yên xelat wergirtin jî, bi şêweyekî nûjen dijberiya psîkolojîk a jiyana nû li Ewropyê şîrove dikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات