Partiya Pêşverû û ya Çep ji Orient re: Em neçûne Himêmîm

Partiya Pêşverû û ya Çep ji Orient re: Em neçûne Himêmîm

Televizyona Rûsî ya Raşya Todê di nûçeyeke xwe de aşkere kir ku beriya 2 rojan nûnerên jimareke partiyên Kurdî li Sûriyê berî dabûn balafirxaneya Himêmîm ya li Laziqiyê û ligel nûnerên rêjîma Sûrî bi serperiştiyeke Rûsî civînek lidar xistin.

Li gorî heman televizyonê naverok û armanca civînê ew bû gengeşekirina kirîza Sûrî û çareseriya siyasî li wî welatî, û çawa pirojeyên serkeftî li herêmên Sûriyê pêk bînin , herwiha bal kişandin ser doseya Kurdî li Sûriyê û rengên çareseriya wê doseyê li gorî belgeyên navdewletî.

Jêderekî ji nava şandeya partiyên Kurdî ku navê wî nehate aşkere kirin ji televizyona Rûsî re diyar kir ku niha Sûriyê di demeke hestiyar re derbas dibe û divê hemû alî hewil bidin çareseriyekê bi razîbûna hemû aliyan amade bikin, bê ku mafê ti kesî were binpêkirin, û wiha li gorî heman jêderî dê her welatiyekî Sûrî pênasînê bi birayê xwe yê din bike.

Wî jêderê Kurd amaje kir ku divê alî û berpirsên Rûsî hemû hewlên xwe bikin da çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bibînin, ji ber û li gorî gotina wî Rûsiya lîstikê herî sereke ye di kirîza Sûrî de.

Di dawiya gotina xwe de jêderê Kurd aşkere kir ku ti encamên berçav bidest nexistin, ji ber şandeya rêjîmê ti alîkarî û niyetên erênî diyar nekir, lewma divê Rûsiya fişarê li rêjîmê bike û civînên din lidar bixe.

Hêjaye gotinê ye ku beriya 2 rojan nûçeyek belav bû û têde hate gotin ku 9 partiyên Rojavayê Kurdistanê seredana Himêmî kirine û ligel rêjîmê û Rûsiya civiyan û partî ev in:

- Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê

- Partiya El-Wihdê baskê Mihyedîn Şêx Alî

- Partî Demoqratî Kurdî baskê Nesir El-Dîn Ibrahîm

- Partiya Pêşverû

-Tevgera çaksazî baskê Emced Usman

- Partiya Çep baskê Salih Gedo

- Partî Demoqratî Kurdî baskê Cemal Şêx Baqî

- Partiya Çep baskê Mihemed Mûsê

- Partiya Rêkeftin baskê Fewzî Şengalî

Lê belê bilez serkirdeyekî partiya Pêşverû ji Orient News re ew nûçe red kir û weke derewê nîşan da û got ku haya wan ji wê civînê tine ye, herwiha sekirtêrê Partiya Çep Mihemed Mûsê di hevpeyvîneke telefonî de ji Orient News re beşdarbûna partiya xwe di civîna Himîmîm de red kir û wî jî bi derwê nîşan da.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات