Hevalên gelê Sûrî: Beşar Esed gunehkarê bobelata Sûriyê ye

Hevalên gelê Sûrî: Beşar Esed gunehkarê bobelata Sûriyê ye

Welatên hevalên gelê Sûrî di civîna xwe ya li New Yorkê aşkere kirin ku Beşar Esed gunehkarê bobelata Sûriyê.

Di wê civîna New Yorkê de, hevrêzkarê giştî yê desteya bilind ya danûstandianan Riyad Hicab nerîna rikberiyê bo veguhestina siyasî li Sûriyê pêşkêş kir, û têde li ser pêwîstiya çûna Beşar Esed ji ser deshilatê, herwiha avakirina hikûmetekê tekez kir. 

Hicab destnîşan kir ku nerîna rikberiyê li gorî xwestekên gelê Sûriyê hatiye nîvisandin.

Hêjaye bîrxistinê ye ku ew nerîna rikberiyê rastî rexneyên tûj ji hin pêkhatiyên Sûriyê hat nexasim bendên girîdayê bi Doza Kurd û yê xiristiyan.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات