Li Başûrê Kurdistanê civîneke Sê alî di navbera Hewlêr, Bexda û Waşintonê de li ser operesyona rizgarkirina Mûsilê ji rêxistina DAIŞê lidar ket.
Li gorî agahiyan, duh rayedarên Amêrîkî li gel berpisrên pilebilind yên herêma Kurdistanê û Bexdayê li seyrangeha Selahedîn ya Hewlêrê civiyan û plana rizgarkirina Mûsilê ji rêxistina DAIŞê gotûbêjkirin.
Herwisa di vê civînê de hersî aliyan lihevkirin ku Pêşmerge, Artêşa Îraqê û hêza hevpeymaniyê beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê bibin, bêyî ku dema destpêkirina vê operesyonê nîşan bikin.
التعليقات (0)