Rêberên cîhanê soza alîkariyê bo penaberan didin, bayî bidin diyarkirin bi çi awayî

Rêberên cîhanê soza alîkariyê bo penaberan didin, bayî bidin diyarkirin bi çi awayî

Rêberên 193 welatên endam di Neteweyên Yekbûyî de soz dan, rewşa bi milyonan penaber di vê dema krîza wan a mezin de baştir bikin, lê bayî ku were eşkerekirin ka çi gav bo vê yekê dê werine avêtin.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon di destpêka karûbarên lûteka yekemîn, a ku NYê bo koçberiyê organîze dike de, doh doz li rêberên welatên cîhanê kir, ku li hember ’’dijmantiya biyaniyan’’ a penaber rastî wê tên, gavan bavêjin û ji wan xwest, ku mafên bingehîn ên penaber û koçberan biparêzin.

Ji aliyê xwe ve, komisyonerê bilind ê Mafên Mirovan Zeyd Bin Re’id El Hisên wergerandina lûtkeyê weke helkefteke pîrozbahiyan red kir û aliyên, ku naxwazin ’’berpirsiyariya’’ pêşwazîkirina penaberan hilgirin bi giranî rexne kirin.  El Hisên got:’’ Rastiya tal ew e, ku bo vê lûtkeyê hatine vexwendin, jiber em rawestandina şer de biser neketin’’.

Dijberiya Sûrî ya ketiye sala 6an de, û ta niha dora 600 hezar kes jê re bûne qurbanî, û penaber û koçberên ji vî welatî derketine û hejimara wan gihiştiye dora 9 milyonan li hundir û derveyî Sûriyê, mijara sereke ye, ya lûtkeya NYê. Bi giştî, li gorî texmînên NYê dora 65 milyon kes li sernaserî cîhanê ji welatên xwe reviyane, ji wan 21 milyon jiber çewisandin, xizanî û dijberiyê reviyane, û di 2 salên bûrî de dora 7 hezar kes di deryaya Spî de binavbûne.

Li vê barê, doh beşdarên lûtkeyê li ser daxuyaniyeke siyasî li hev kirin, lê ti armanc yan jî erkên diyar, libarê belavkirina hejmarên penaberan û rakirina barên wan tê de tune ne. Tenê Mon pêşniyar kir, ku her welatek 10% ji hejmara giştî ya penaberan bixwe bigire, lê ev yek piştî gengeşeyê hate paşvexistin ta sala 2018.

 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات