NYê: êrîşkirina Karwanê alîkariyan li Helebê dibe weke tawana cengê were nirxandin

NYê: êrîşkirina Karwanê alîkariyan li Helebê dibe weke tawana cengê were nirxandin

Alîkarê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stîven Obrayn bombebarankirina karwanê alîkariyan, ku berê wî li bajarokê Urm ê Helebê bû şermezar kir û doza pêkanîna lêpirsînekê li ser wê yekê kir û tekez kir, ku eger plankirî be, ew dê bigihêje asta tawana cengê.

Doh Duşemê karwanê alîkariyan, ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî, Heyva Sor a Sûrî û Xaça Sor a navwelatî ve hatibû amadekirin, rastî êrîşin asîmanî hatbû û di encamê de, hejmarek karmendên wan dezgehan hatibûn kuştin. Li vê barê şandeyê navwelatî bo Sûriyê Stêfan Dîmistûra got:’’Hêrsa me li hember wê êrîşê pir mezin e. Ew karwan piştî proseyeke dirêj ji amadekarî û destûrnameyan hatibû amadekirin, da alîkariyan bigihîne sivîlên dorpêçkirî’’.

Ji aliyê xwe Stîven Obrayn doza pêkanîna lêpirsînekê libarê êrîşa dijî karwanê alîkariyan kir û got:’’ Bihêlin ez bi awayekî vekirî biaxivim; egeer derkeve holê, ku ew êrîşa hovane bi rengekî plankirî dijî karmendên dezgehên mirovahî pêk hatiye, dê ew bigihêje asta tawanên cengê’’.

Obrayn weha domand:’’ Hermû alî libarê karwanê, ku jibo alîkariya 78 hezar kesî hatibû amadekirin, hatibûn agahdarkirin û bi rengekî diyar li ser hatibû nivîsandin, ku ew yê alîkariyên mirovahî ye’’. Wî weha domand:’’ Ti şîrove, behane yan jî lojîk li dûv êrîşkirina karmendên di warê mirovahî de tune ne’’.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê wezareta derve ya Amerîkî Con Kêrbî helwesta welatê xwe li hember êrîşê anî ziman û got, ku Amerîka gelek ’’hêrs’’ girtiye û weha domand:’’Armanca karwan ji rêjîma Sûrî û Rûsyayê re naskirî bû, lê tevî wê jî karmendên dezgehên mirovahî hatin kuştin. Amerîka dê vê mijarê ligel Rûsyayê gotûbêj bike’’.  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات