Di daxuyaniyeke çapemenî de, berdevkê wezareta Amerîkî Jon Kêrbî got ku, wan rapor ji aliyên cûr bi cûr derbarê rewşê li Sûriyê wergirtine, piştî derbasbûyîna 7 rojan li ser ragihandina agirbestê, lê pêwîst e hin organîze derbarê derbaskirina alîkariyê mirovane lidar bikevin, weke damezirandina navendeke hevbeş bo vê yekê.
Kêrbî diyar kir ku, tevî berdewamiya êrîşên rêjîmê li ser bargehên rikberiyê, lê rêjeya tundîtiyê di hefteya bihurî de kêmtir bibû, lê alîkarî bo deverên dorpêçkirî nehatin şandin, û tenê ew derbasî hin deveran bûn.
Berdevkê Amerîkî tekez kir ku, ew ê ligel hemkarên xwe yên Rûsî mijara dirêjkirina dema agirbestê gotûbêj bikin da ew jî ji hêla xwe ve fişarê li ser rêjîma Beşar Esed bikin û av mebest pêk werê.
Hêjayî gotinê ye ku, fermandariya giştî ya artêşa rêjîma Sûrî doh şevê bidawîbûna agirbestê ragihand û got ku, grûpên terorîst 300 carî li gelek deveran agirbest şikandin.
التعليقات (0)