Şewateke mezin li penageha Morya li Yonanistanê

Şewateke mezin li penageha Morya li Yonanistanê
Piştî derbasbûyîna 6 mehan li ser îmzekirina rêkeftina koçberiyê ya Tirkî-Ewropî, hin jêderan ragihandin ku şewateke mezin li penageha Morya li girava Lîsbus a Yonanî rû da, û hemû çadirên di penagehê de bitevahî şewtîn.

Li gorî jêderine ji polîsa Yonanistanê, bi hezaran ji koçberên di hundirê penagehê de reviyan û hemû bîro û çadirên penaberan bitevahî şewitîn.

Heman jêderan diyar kirin ku, bayekî xort bû sedema gurbûna agirê şewatê û êdî nema dikarîbûn kontrola wê bikin, û ti guman tune ne derbarê vêxistina wê ji hêla kesan ve.

Hin penaber ji wê deverê gotin ku, gelek astengî li pêşiya endamên arkujê çê bûn dema wan hew dan da agir vemrînin, jiber ku hejmarek ji penaberan ketin pevçûnan de, lê wan di dawiyê de agir vemirandin, piştre polîs li penaberên reviyayî geriyan û bi sedan ji wan vegerandin kampê.

Hêjayî gotinê ye ku, bêhtirî 5650 koçber di penageha Moryayê de hene, tevî ku ew têra 3500 kesî tenê dike, li gorî serjimarên hikûmeta Yonanî, û piraniya wan koçberan di wir de asê mane li gorî rêkeftina Tirkî-Ewropî, û gelek penagehên din li Yonanistanê hene weke Xiyos, Samos, Lîryos û Kus di rewşwkw ne aram de ne bi sedema pevçûnên penaberan xwe-bi-xwe.

Hemû raporên rêxistinên mafên mirovan amjeya rewşa aloz a penagehên Yonanistanê dikin, jiber ew bi hejmarek mezin ji koçberan dagirtî ne di çarçoveya pêwariya xizmetên tenduristî bo wan.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات