Çûyîna Esed beriya baidawîbûna serokatiya Obama ne gengaz e

Çûyîna Esed beriya baidawîbûna serokatiya Obama ne gengaz e
Li gorî belgeyekê ajansa "Associated Press" a nûçeyan bi wê agahdar bû, sînaryoyê her xweşbîn bo Amerîka derbarê veguheztina siyasî li Sûriyê çûyîna Beşar Esed beriya Avdara 2017an texmîn nake, piştî bdiwaîbûna heyama serokatiya Barak Obama bi 2 mehan.

Heman belge amaje kir ku, berpirsine Amerîkî yên bi doseya Sûrî mijûl in dema Avdara 2017an weke dema çûyîna serokê rêjîma Sûrî destnîşan kirin, û ev piştî derbasbûna 5 salan li ser daxwaza Obama ji Esed ku dest ji desthilatê berde.

Ew dem li ser bingeha plana Netewên Yekbûyî (NYê) ava dibe, ya ku di kongirê Viyênayê Mijdara bihurî de hatibû belavkirin, tê de lidarxistina hilbijartinên serokatî û yê parlementoyê di Tebaxa 2017an de hatibû lihevkirin, û dê desteyeke veguhêzane desthilatê li Sûriyê birêve bibe.

Plana Amerîkî li ser van gavan tekez dike:

Di Nîsana 2016an de komîteyeke ewlehî ji rêjîm û rikberiyê saz dibe hevdem bi serbestberdana hemû girtiyan ji zindanan û desteyeke desthilatê ava dibe.

Di navbera Hezîran û Berfanbar ên 2016an dê destûreke nû ji Sûriyê re bête nivîsandin û dê bo refrandûmeke gelêrî di Çileyê 2017an de bête pêşkêşkirin.

Dê Beşar Esed di Avdara 2017an de dest ji desthilatê berde, herweha dê "xeleka teng" a dora wî jî biçe û dest bi pêvajoya veguhêzane bibe.

Dê hilbjartinên serokatî û yên parlementoyê di Tebaxa heman salê de lidar bikevin û dê hikûmeteke nû saz bibe.

Diyar e ku gelek astengî li pêşiya pêkanîna reşnivîsa vê planê hene, astengiya herî berbiçav nakokiyên di navbera Îran û Seûdiyê de, yên her yek ji wan piştgiriya layanekî di Sûriyê de dike.

Li gorî gelek çavdêran, eger nakokiyên Tehran û Riyadê bidawî bibin û giftûgoyên rêjîm û rikberî yên Sûrî berdewam bibin û hemû civên ên têkildar bi krîza Sûrî serkeftî bin, dê tenê mijara çûyîna Esed astengî bimîne li pêşiya plana Amerîkî.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات