HSDê serkirdeyekî Ceyş El-Siwar binçav dike

HSDê serkirdeyekî Ceyş El-Siwar binçav dike
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) serkirdeyekî Ceyş El-Siwar ê di çarçoveya wê de kar dike binçav kir, piştî hewldana wî serkirdeyî ku ji wan cuda bibe û tevlî artêşa azad bibe da di operasyona Mertala Ferat de li bakurê Sûriyê beşdar bibe.

Li gorî jêderine xwecihî nexwestin navên xwe aşkere bikin, serkirdeyê Ceyş El-Siwar Seîd El-Casim li ser rêbendeke HSDê nêzî pira Qere Qozakê hate binçavkirin û berê wî dane bajarê Kobaniyê, bi tawana cudabûnê ji HSDê û tevlîbûna di artêşa azad de.

Heman jêderan amaje kirin ku, HSDê lîsteyek bi navên serkirdeyên ji pêkhateya Erebî amade kiriye da bi heman tawanê wan serkirdeyan binçav bike, jibilî kiryarên ewlehî yên bihêz ên ku HSDê pêk tîne da tevgera cudabûnê di nava refên xwe de qedexe bike, bitaybetî piştî destpêka operasyona Mertala Ferat.

Hêjayî gotinê ye ku, serkirdeyê Lîwayê El-Tehrîr ji çarçoveya HSDê cuda bibû, piştî ku wan hêzan êrîşî bargehên Lîwa li gundê Qunêtira li bakurê Reqayê kirin.

Tê zanîn ku, artêşa Tirkî piştgirî da hin berên rikberiya Sûrî û dest bi operasyona Mertala Ferat kirin, û di çend demjimêran de bajarê Cerablusê kontrol kirin piştî ku çekdarên rêxistina DAIŞê ji wir vekişiyan.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات