Sûriyê dê parçe bibe ger em li hev nekin!

Sûriyê dê parçe bibe ger em li hev nekin!

Di şeşemîn sala xwe de, aloziya Sûriyê hîn nikare pirseke herî watedar û mezin bersiv bide û dawiyê li wê mijûliya di serê me de bîne, dema ku bersiva vê pirsê bi de: "Gelo çima gelê vî welatê belengaz nikarin çareseriya xwe bikin û şer û pevçûnên biyanî li ser xaka xwe rawestînin?" 

Ji kîta dawiya pirsê de diyar eو ku biryara şerê li Sûriyê ne di destê gel, Rêjîm û ne jî di destê opozîsyonê de ye, ew tenê şerê berjewendiyên navnetewî û herêmî li ser xaknîgariya welatê me rû dide. Ji wê jî herdem çavên gelê Sûriyê li gotûbêj û diyalogên di navberî herdû hêzên sereke Amerîka û Rûsya de ne. Gava ku ew lihev bikin em jî lihev in, lê demên ku hin xalên ne erêkirî hebin tenê bermîlên teqîner, rokêt û şerê giran dibe bersivên hemû aliyan û para gelê me yê sivîl her dibe kuştin û wêran.

 

Sedemên ku hiştin kêşeya Sûriyê ya demokrasî û azadiyê verguhêze şerekî navxweyî bi piştgiriyek navnetwî û herêmî, ew e, ku hişmend û ronakbîrên Sûriyê ta niha nakiribûn bi erkê xwe rabûna û pêşengtiya gelê xwe bikirana. Ji lew re, tenê berjewendîdar û kesên ku li hêviya derfetan in, bûn rêber û lîderên me û qîrînên gel û berşoreşa wî xistin bin sîwana armanc û daxwazên welatên biyanî û Erebî yên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.

 

Ji lew re, berşoreş nebû şoreş û daxwazên azadî û wekheviyê bûn şerekî gelerî di nav pêkhateyan de û navberî ramanên cûr be cûr yên gerêdayî welatên ku dijayetî û bîrkarên xwe ji hevdû distînin, her çiqas xwîn rijandin, wêran û kuştin li Sûriyê pêk werê jî, ti xembariyê naxe ser milên wan. Lewma, Sûriyê û gelê wê di van salên agirbaran û bişewat de bûn qurbaniya ne liheviya navnetewî û ya navxweyî Sûrî ku ti kesan nikaribû projeyeke niştimanî ava kiriba û piraniya xelkê xwe li dor xwe bicivanda, da ku sîwana niştimaniyê him jimara kuştin, wêran û koçberiyê kêm bikira û him jî çareseriyek ji vê krîza bê dawî re peyda kiriba.

 

Bi vî awayî, wê rê li pêş destwerdanên derve hatiba girtin û him jî wê kesên ku agirê parçebûna Sûriyê bi nerînên xwe yên cudakariyê gur dikin bêwate bimana. Ji lew re, pêwîstî bi rola hişmend û ronakbîrên niştimanperwer heye, ku li hember vê rewşê rawestin û karibin deziyên nîv qetiyaî yên ku laşê welêt girêdayî hiştiyê xurt bikin û careke din yekîtiya Sûriyê vegerînin serhev.

 

Dem pir kin e, û derfet pir hindik in, ger zotirîn dem gavên wiha neyên avêtin û tûnelek bi ronî û bawerî li pêş gelê Sûriyê neyê vekirin, wê kiryarên rojane yên çetetiyê û nivîsên nerîn kurtan deziyên di navberî pêkhateyan de mayî qut bikin û tenê parçekirinê ji me re garantî û tekez bikin.

Jiber kesên ku rêbertiya rewşê dikin ta niha baş nas nekirine ku rêya çareseriyêو ne ya ku ew tê de dimeşin, an jî ew naxwazin wê rastiyê nas bikin da ku destkeftiyên xwe ji dest nedin.

 

Tenê hişmend û ronakbîrên ku êşa welêt û gel rast dixwînin û dipîvin, dikarin nakokiyên di dema aloziyê de geş û mezin bûne biçûk bikin, da ku yekîtiya gel û welêt xurt bikin û sedemên parçekirinê ji holê rakin.

 

Ev kesên ku em ji wan bi hêvî ne, ne tenê xwende û nivîskar in, lê her kesên ku xwe erikdar dibînin û hemû lîder û rûmetdarên me ne…. ji lew re, her yekî ku li dij kiryarên çewt raweste û niştimanperweriyê pêş bixe, ew e yê ku em banga wî dikin di vê rewşa herî bed ya ku em tê de dijîn.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات