Hate ragihandin, ku îro Duşemê şerekî giran di navbera şervanên Hêzên Parastina Gel YPGê û terorîstên DAIŞê de li gundê Um El Hoş yê girêdayî baharê Babê derketiye.
Li gorî agahiyan, bi armanca ji nû ve kontrolkirina gundê navbûrî, îro piştî nîvro çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrîşeke mezin birin ser Um El Hoş ê dikeve navbera Efrîn û bajarê Babê de, û hate gotin, ku YPGê û Ceyş El Suwar bersiva êrîşa terorîstan dan û şerekî giran di navbera herdû aliyan de derketiye. Di şer de çekên giran mîna, tank, top, hawan û doçka hatine bikaranîn, lê ta niha ti zaniyarî libarê encamên şer nehatine bidestxistin.
التعليقات (0)