Erdogan: Artêşa Azad naxwaze êhzên Amerîkî derbasî Sûriyê bibin

Erdogan: Artêşa Azad naxwaze êhzên Amerîkî derbasî Sûriyê bibin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro Duşemê got, ku Artêşa Azad naxwaze ligel hêzên taybet ên Amerîkî li ser zemîna Sûriyê şer bike, û ku destêwerdanan Amerîkî asta tevlîheviyê bilintir dike.

Erdogan ev daxuyanî da, di demek de ku berê wî li Amerîkayê ye û li gorî jêderên çapemeniya Tirkiyê, ew dê projeya ’’herêma ewle’’ li bakurê Sûriyê ji komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî re pêşniyar bike.

Roja Îna bûrî, bi dehan ji hêzên taybet ên Amerîkî derbasî deverên Dûdiyan û Ra’î yên gundewarê Helebê bubûn, da wan deveran venasin û bargehên operasyonên xwe li wan bibjêrin. Ew jî bi armanca tevlîbûna di nav operasyona ’’Mertala Feratê’’, ya ku artêşa Tirkî ligel hin berên rikberiyê daûbn destpêkirin, lê hatina hêzên Amerîkî rastî nerazîbûna hin berên rikberiyê hatibû, û di dema derbasbûyîna wan de ji sînorê Tirkiyê, sloganên şermezarkirinê li hember welatên wan hatibûn xwendin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات