Rêjîm agirbestê bidawî dike û rikberiyê bi şikandina wê 300 carî tawanbar dike

Rêjîm agirbestê bidawî dike û rikberiyê bi şikandina wê 300 carî tawanbar dike

Artêşa rêjîmê îro Duşemê daxuyaniyek belav kir û tê de bidawîkirina agirbesa hefteyekê ragihand, hevdem rêjîmê rikberiyê bi binpêkirina rêkeftina agirbestê tawanbar kir û got, ku çekdarên wê agirbest 300 carî şikandin.

Rêjemê di daxuyaniya xwe de, rikberî weke grûpên terorîst binav kir, û got ku wan grûpan ti rêz ji bendên rêkeftina agirbaestê re nîşan nedan, lê berovajî wê yekê, wan agirbest 300 carî şikandin.

Li hêleke din asta nakokiyan di navbera Amerîka û Rûsyayê de ber bi bilindbûnê ve diçe, nemaze piştî êrîşa balafirên Hevpeymaniyê, ku doh dijî leşkerên rêjîmê pêk hatibû, tevî ku Amerîkayê li wê êrîşê gotibê, ku ew bi şaştî çê bûye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات