Demîrtaş serdana Hewlêrê dike

Demîrtaş serdana Hewlêrê dike

Hate ragihandin, ku hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahidîn Demîrtaş dê serdana herêma Kurdistanê bike û dê ligel serokê wê Mesûd Barzanî bicive.

Demîrtaş dê bi şandeyeke mezin a partiya xwe re serdana Herêma Kurdistanê bike û dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne. Di bernameya Demîrtaş de, plana hevdîtinan ligel rêveberiya Partiya Demoqratî Kurdistan PDKê, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê YNKê, Tevgera Goran û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê heye. 

Li gorî agahiyên berdest, armanca serdanê xurtkirina têkiliyên HDPê bi partiyên Kurdistanê re ye, herweha hate gotin, ku di serdana şandeya HDPê de, dê hevdîtin ligel hin sazî û dezgehên sivîl jî hebin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات