Piştî 7 rojan, gireva birçîbûnê ya li Rojava bidawî bû ȗ girtî nehatin berdan

Piştî 7 rojan, gireva birçîbûnê ya li Rojava bidawî bû ȗ girtî nehatin berdan
Li ser daxwaza malbatên girtiyan û seroketiya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye ENKSȇ gireva birçîbûnê ya li Rojavayê Kurditanê bidawî bû.

 

Îro 18 Eylûlê, seroketiya Giştî ya ENKSê li bajarê Qamişlo konferanseke rojnamevanî lidar xist, tê de hat ragihandin ku, li ser daxwaza malbatên girtiyan îro li hemû bajar û bajarokê Kurdistana Sûriyê dawî li çalakiya greva birçîbûnê tê.

 

Di roja yekem " 12-09-2016 " ji cejna qurbanȇ çalakiya gireva birçîbȗnȇ li Xwecihiya Qamişlo dest pȇk kir ȗ piştre Xwecihiyȇn Serȇ Kaniyȇ, Amȗdȇ, Çil Axa, Dȇrîk, Hesekȇ ȗ Derbasiyȇ jî tevlî girevȇ bȗn.

 

Endamê seroketiya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir di konferansê de got. “Em wek ENKSê dawî li çalakiya gireva birçîbûnê tînin, lê em çalakiyên xwe yên aştiyane berdewam dikin, heta girtiyên me ji girtîgehên PYDê de serbest tên berdan.”

 

Herwiha Serokê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî ku bi xwe yek ji girevgirtiyan bû, spasiya rojnamevan û dezgehên ragihandinê kir, ku rewşa çalakiya gireva birçîbûnê dişopandin. Herwiha got ku, ew biryara seroketiya Giştî ya ENKSê li ser xwe qebûl dikin û daxwaz kir ku girtiyên ENKSê ji zîdanan serbest bêne berdan.

 

Bo şermezarkirina girtina siyasetmendaran ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ji roja yekem ya cejna Qurbanê 12 Eylûlê ve Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê dest bi gireveke birçîbûnê kiribû, îro jî di roja heftem de jî dawî li greva xwe anî.

 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات