Bi mebesta serjimarê Rêveberî qedexeya derketinê li Qamişloyê diragihîne

Bi mebesta serjimarê Rêveberî qedexeya derketinê li Qamişloyê diragihîne
Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê qedexeya derketinê li bajarê Qamişlo û gundewarê wê bo rojekê ragihand, bi mebesta pêkanîna serjimara welatiyan li wan deveran.

Desteya rêxistina federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê û encûmena Sûriya demokratîk amadekariyên xwe bo pêkanîna serjimarê diyar kirin, û dê qedexeya derketinê sibe destpê bike û tenê rojekê dom bike.

Daxuyaniya Rêveberiyê ji hemû welatiyan daxwaz kir da bi hêzên Asayîşê û yên Berevaniya Civakî re alîkar bin û operasyona serjimarê serkeftî be, û herdu aliyan roja Duşemê 19-09-2016 bo serjimarê ragihandin û dê li bajarên Dêrik, Rimêlan, Çil Axa, Til Koçer, Tirbêspiyê û Til Hemîs jî çê bibe.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات