Rêkeftinek bo derketina çekdarên rikberiyê ji taxa We’ir li Himsê

Rêkeftinek bo derketina çekdarên rikberiyê ji taxa We’ir li Himsê
Komîteya giftûgoyan ligel hêzên rêjîma Sûrî li taxa We’ir li bajarê Himsê gihiştine rêkeftinekê, dê li gorî wê çekdarên berên rikberiyê tev malbatên xwe ji taxê der bikevin û berê xwe bidin bajarê Idlibê, û dê ev operasyon sibe destpê bike.

Di çarçoveya rêkeftinê de, dê nêzî 200 çekdarî ligel malbatên xwe ji taxa We’ir der bikevin, herweha dê girtiyên taxê yên di zindanê rêjîmê de serbest bêtin berdan û dê rêjîm rê bide da hêmanên xwarinê derbasî taxê bibin.

Li gorî jêderine ji We’ir, dê sibe 200 çekdar ên berên rikberiyê tev malbatên xwe der bikevin, û sedema razîbûna wan bi vê rêkeftinê divegere rewşa aloz a ku îêniyên taxê tê de derbas dibin, bitaybetî rewşa nexweşan di saya pêwariya derman û bijîşkan de.

Hêjayî gotinê ye ku, dê operasyona derketina çekdarên rikberiyê bi serpiriştiya Heyva Sor a Sûrî û nûnerine ji rêjîmê bête kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات