Piştî derbasbûyîna demeke dirêj ji dorpêçkirinê li ser taxên rojhilatî yên bajarê Helebê û qutbûna gelek ji pêdiviyên sereke, şêniyên wan taxan awayekî nû bo çêkirina mazotê bi rêya şewtandina plastîkê afirandin.
Li gorî jêderine xwecihî ji Helebê, şêniyên taxên dorpêçkirî ji bermahiyên avahiyên rûxandî plastîkê dicivînin û dişewitînin da mazotê ji wê çê bikin û bo cenetorên kehrebeyê bikar tînin, lê ew gelek caran rastî gelek aloziyan tên, weke êrîşên rêjîmê û metirsiya şewitandinê.
Hêjayî gotinê ye ku, hêzên rêjîma Sûrî ji 2 mehan û şûn ve taxên Helebê yên di bin kontrola berên rikberiyê de dorpêç dikin, û nahêle ku pêdiviyên jiyanê derbasî wan taxan bibin jibilî ku kehrebe li ser wan qut bûye piştî ku bargeha kehrebyê di encama pevçûnan de hate rûxandin.
التعليقات (0)