Hevpeymanî bargeheke DAIŞê li bakurê Helebê hilweşand

Hevpeymanî bargeheke DAIŞê li bakurê Helebê hilweşand
Berên rikberiya Sûrî bi piştgiriya Tirkiyê îro danê nîvroyê dest bi êrîşeke mezin li ser xalên rêxistina DAIŞê li bakurê Helebê kirin, û balafirên Hevpeymana Navwelatî bargeheke rêxistinê di orta bajarokê Tirkman de li wê deverê rûxandin.

Jêderine meydanî ji bakurê Helebê ragihandin ku, çekdarên Odeya Operasyonên Hor êrîşî xalên DAIŞê li bajarokê Tilar kirin û pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de rû dan, di encamê de hejmarek ji çekdarên rêxistinê hatin kuştin, hevdem bi topbaranda artêşa Tirkî li ser bajarokên Şêx Rîh û Kedrîş ên di bin kontrola DAIŞê de ne.

Heman jêderan diyar kirin ku, balafirên Hevpeymaniyê bargeheke DAIŞê li orta bajarokê Tirkman armanc kirin, ku li wê deverê civîneke serkirdeyên wê lidar bû, û hejmarek kuştî û birîndar li pey xwe hiştin, û avahiya bargehê bigiştî hate hilweşandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات