Balafirên şer ên Hevpeymana Navwelatî bi serkêşiya Amerîkayê di demeke dereng de ji şeva bihurî bargehên rêxistina DAIŞê li bajarokê Mergeda li gundewarê başûrê Hesekê topbarandin.
Li gorî jêderine xwecihî ji başûrê Hesekê, balafirên Hevpeymaniyê hejmarej ji êrîşên asîmanî li ser çiyayê Meizê li bakurê Mergedayê pêk anîn, di encamê de ziyanên mezin li çekdarên rêxistinê hatin kirin, bêyî ku ti hûrguliyên bêhtir bêtin nasîn.
Hêjayî gotinê ye ku, bajarokê Mergedayê devera yekane di parêzgeha Hesekê de ya hêj di destê rêxistina DAIŞê de meye, piştî ku piraniya herêmê ji hêla HSDê ve hate rizgarkirin, û gelek agahî hene derbarê destpêkirina şer rizgarkirina wê di demeke nêz de.
التعليقات (0)