Amerîka hêzên xwe bo piştgiriya Tirkiyê li bakurê Sûriyê şandin

Amerîka hêzên xwe bo piştgiriya Tirkiyê li bakurê Sûriyê şandin
Wezareta berevaniyê ya Amerîkî (Pentagon) ragihand ku, hêzên operasyonên taybet gihiştin bakurê Sûriyê da ligel artêşa Tirkiyê şerê rêxistina DAIŞê bikin, û nêzî 40 efserî dê piştgirî û şêwerdariyê ji Tirkan re pêşkêş bikin.

Li gorî rapora rojnameya "The New York Times", berdevkê Pentagonê Jêf Davîz diyar kir ku, hêzên Amerîkî yên taybet hevkariyê bi artêşa Tirkî re dikin bo çavdêriya berên rikberiya Sûrî û dê di şerê li dijî DAIŞê de li nêzî Cerablus û Ra’î berdewam bin ta wan deveran bitevahî ji çekdarên rêxistinê paqij bikin.

Biryara şandina hêzên Amerîkî piştî civîna serokê Tirkî Receb Erdogan ligel hemkarê xwe Barak Obama li welatê Çînê beriya demekê hate standin, li gorî berpirsekî Amerîkî nexwest ku nasnameya xwe aşkere bike.

Li gorî heman berpirsî, Erdogan ji Obama re diyar kir ku artêşa Tirkî amade ye da operasyonên hevbeş ligel hêzên Amerîkî bo rizgarkirina Reqayê pêk bîne, lê hin rayedarên Waşintonê ti girîngî nedan daxuyaniyên serokê Tirkî bi sedema têkiliyên ne baş yên di navbera Tirkiyê û Kurdan de, û hêj Amerîka hewl dide da hêzên cûr bi cûr bo şerê Reqayê amade bike.

Hêjayî gotinê ye ku, beriya salekê Amerîka hêzên xwe yên taybet li bakurê Sûriyê belav kirin, lê agahiya belavbûna dawiyê li ser sînor di raporeke rojnameya "The Wall Street Journal" de hate ragihandin.

Derbarê pêkanîna agirbestê li Sûriyê, berpirsên Amerîkî û yên Rûsî hêvî dikin ku ew derfetê ji çareseriyeke siyasî re çê bike, da aramî piştî 5 salan ji şer li wî welatî bicih bibe, û wezîrên derve yên herdu welatan, Jon Kêrî û Sêrgî Lavrov doza asteke bilind ji hevrêziyê di warê saloxgêriyê de ji hevdu kirin.

Li gorî gelek çavdêran, biryara Amerîkî ya hevkariyê ligel artêşa Tirkî hat piştî pêvajoyekê ji nakokiyan, li ser paşxana derbeya leşkerî ya li Tirkiyê rû da, û daxwazên Enqerayê bo radestkirina Fethela Gulen, yê bi plankirina derbeyê ji hêla hikûmeta Tirkî ve tawanbar e, û li ser bingeha rêkeftinekê di navbera Enqera û Waşintonê de ya radestkirina tawanbaran, Tirkiyê wê daxwazê dike, lewra hin berpirsên Amerîkî doza pêkanîna wê rêkeftinê ji rêveberiya welatê xwe dikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات