Xwecihiyên ENKSê li Hesekê di greva birçîbûnê de ne

Xwecihiyên ENKSê li Hesekê di greva birçîbûnê de ne
Serokatiya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) biryar da ku li tevahiya encumenên xwecihî bi endam û serkirde yên wan tevlî greva birçîbûnê bibin, lewra herdu encumnên rojhilatî  û rojavayî yên bajarê Hesekê di grevê de beşdarr bûn, li her navendekê nêzî 10 kesan di wê de amade bûn, û dê 3 rojan dom bike.

Libarê vê yekê û di hevdîtinke taybet de li gel Orient Net endamê ENKSê Mehmûd Ûcê got: "Em ê li bajarê Hesekê 3 rojan di greva birçîbûnê de beşdar bin ta em bi vî rengê aştiyane piştgirya hevalên xwe yên girtî bikin".

Bo mijara girtiyên ENKSê di zindanên Asayîşên Rêvebiriya Xweser de, ta niha ti guhdan bi çalakiyên grevê ne bûne, û ne jî behsa serbestberdana girtiyan tê kirin.

Di heman mijarê de, endama ENKSê Mahabad Xelîl ji Orient Net re got: "Armanca me ji vê grevê ew e ku em nameyekê bigihînin PYDê, û em ji wê re bibêjin em ê her di karê xwe yê aştiyane de berdewa bin, û herweha jî em ê dengê girtiyên xwe bighînin tevahiya Cîhanê".

Li ser asta tenduristî, ta niha rewşa kesên di grevê de beşdar in baş e, tevî ku rojane endamên navenda Belsem ya tenduristî seredana wan dikin  û rewşa wan dişopînin. Bo gotûbêjkirina vê mijarê, rêvebira navenda Belsem Ahî Elî ji me re da xuyakirin ku, ew li herdu encumenên xwecihî yên Hesekê beşdar dibin, û tansyona xwînê ji wan re digrin, herweha tekez kir ku ta niha rewşa wan baş e û negihiştiye asta ku derzî û sîrom ji wan re bên danîn.

Wek tê zanîn ku biryara ENKSê doh hat sitandin û pê re tevahiya encumenên xwecihî ketin grevê de, lê pirsa kolana Kurdî ji vê biryarê ew e, ma gelo ev grev dê encaman bi xwe re bîne, an jî ew ê asta dûrbûn û nelihevkirinê bilindtir bike!!. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات