Berberiya Kurdan ku xwe-bi xwe bi hev re dikin, kî sûdê jê dike?

Berberiya Kurdan ku xwe-bi xwe bi hev re dikin, kî sûdê jê dike?

Piraniya nişteciyên Qamişloyê Kurd in, lê astengiyên polîtîkî û aborî ku tê re derbas dibin, hiştine ku ew di jiyaneke aloz û xerab de bijîn, lê Qmişlo û hemû derdorên xwe ji bajarokên Kurdan, ku nehatine parastin ji pevçûnên çekdarî, yên qewimîne û hîn jî ku yekcaran di navbera hemû aliyên hevgelce de diqewimin û bûyera dawî ku çê bubû eva ku di navbera PYDê û rêjîma Sûrî de bû . Lê dibin siya berdewamiya teqînên terorîst de û bi tayibet ya ku vê cara dawî li tara xerbî li Qamişloyê çê bubû di 27-7-2016an de, xwe eşkere dikir, ku Sîstema Sûrî û rêxistina terorîst a DAIŞê  ev teqîn kirine û pê hatine tomet kirin, ku gelek qurbaniyên Kurd ji sivîl û ji Asayîşên Rêveberya Xweser bubûn pakerwan.

Ev teqîn dihêlin, ku alozî çê bibin û rewş  gelemşe bibe, lê tewşgavên tevlihev û nakokiyên, ku bi giştî li Sûriyê çê dibin, bandoreke mezin li ser tevgera Kurdî  dike û parçebûnê lê zêde dike, tevî ku gelek caran li herêma Kurdistanê hevrûniştin pêk dihatin jî, da ku bi hev re bigihêjin beryareke hevpar, lê negihştin ti hevbendiyekê û alozî li xwe pirtir kirin.Her û her nakokî di navbera tevgera Civaka Dîmuratîk û Encumema Niştiman ya Kurdî de  gurtir bûn, nexasim piştî girtina endamên patriyên ENKS ê û serokê wê, ku rêveberya  xweser belav dida û di got: ku van kesan yasayên Rêveberya Xweser cîbicî nekirine. Ev yek jî tekez dike, ku hîn alozî û nakokî  di navbera herdiwan de  berdewam in, û rewş xerabtir dibe.

Tekez dibe ku rêjîma Sûrî ew bi tena xwe sûdê ji vê perçebûn û nakokiyên di navbera Kurdan de dijwar dibin ji xwere digre, lê digel ku bûyer li ser doseya  Sûrî bi lezgînî xwe nû dikin di herêmê de, metirsîyek heye ku Kurd vê derfeta dîrokî di geftegoyên, ku li Cinêvê bê de ji dest xwe bibin û mafê Kurdî winda bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات