Hate ragihandin, ku artêşa Îranê îro sibehê çend herêman sînorî li hundirê Herêma Kurdistanê topbaran kiriye.
Li gorî agahiyan, artêşa Îranê gundên Berbizin, Seqer, Girdhacir, Sinkaw, Berdespî û Geruzîn ên herêma Sîdekanê topbaran kirine û ev yek bûye sedema koçberkirina dora 70 malbatî ji mal û warên xwe, herweha hate gotin, ku firokeyên bêpilot li asîmanê herêmê geriyan û li beşeke mezin a herêmê agir derketiye.
Artêşa Îranê hejmarek car êrîşî herêmên sînorî yên başûrê Kurdistianê kiribû û ziyaneke mezin a madî gihandibû semyanên welatiyan û hejmarek ji nişteciyên deverên êrîşkirî neçar mabûn koçber bibin.
التعليقات (0)