Berdevkê wezareta derve ya Amêrîkî Con Kêrby ragihand ku Waşinton dixwaze Bexda û Hewlêr pirsgirêkên xwe çareser bikin û li ser yekîtiyeke niştîmanî kar bikin.
Kêrby di hevdîtineke rojnamevanî de ji koşka Spî da zanîn ku daxwaza Amêrîkayê ew e nakokiyên di navbera hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê de çareser bibin û bi hevre bo çareserkirina rewşa gelê Îraqê kar bikin.
Herwisa Kêrby anî ziman ku tevlihevî û cûdabûn di navbera herdû aliyan de ti pirsgirêkan çareser nakin û li ser yekîtiya niştîmanî ya Îraqê tekez kir.
التعليقات (0)