Vîtalî Çorkîn: Amerîka naxwaze bendên agirbestê bêne belav kirin

Vîtalî Çorkîn: Amerîka naxwaze bendên agirbestê bêne belav kirin
Nûnerê Rûsya li Encumena Ewlekariya Navdewletî Vîtalî Çorkîn diyar kir ku ji ber Amerîka naxwaze bendên agirbestê li Sûriyê di navbera herdû welatan de bên eşkere kirin, civîna Encûmanê hat mandel kirin.

Çorkîn got ku ji ber astengiyên Amerîkî ew ne bawere ku Encumena Ewlekariyê Navdewletî karîbe biryarekê bo piştgirya agirbestê li Sûriyê bistîne û eşkere kir ku Tîma piştgiriya Navdewletî li Sûriyê ewê di roja 20 ve mehê de civînekê li Niyoyorkê lidarbixîne,ji aliyek din ve Çorkîn da zanîn ku di demek nêzîk de herdû wezîrî derve Sêrgî Lavrov û Con Kêrî li Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî lihev bicivin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات