Pûtîn hêvî dike ku Amerîka bi sozên xwe derbarê Sûriyê derbestdar be

Pûtîn hêvî dike ku Amerîka bi sozên xwe derbarê Sûriyê derbestdar be
Serokê Rûsî Vladimyêr Pûtîn îro Şemiyê ragihand ku, ew hêvî dike ku Amerîka bi hemû sozên xwe derbarê Sûriyê derbestdar be û tekez kir ku, pêkanîna agirbestê armanceke hevbeş e bo Waşinton û Moskoyê.

Di kongireke çapemenî de li Qîrxîzistanê, Pûtîn rêzgirtina Rûsyayê ji bichkirina sozên xwe derbarê agirbestê destnîşan kir, lê berên çekdar bi keysbazkirina wê bo bihêzkirina xwe tawanbar kir, û gelek agahî libarê vê yekê di destê Moskoyê de hene, lê hêj ew bi pêkanîna agirbestê derbestdar e.

Serokê Rûsî amaje kir ku, Mosko rêkeftinên girîng bi rêjîma Sûrî re îmze kirine, di heman demê de xweşbîniya xwe derbarê agirbestê aşkere kir û got ku ew tiştekî erênî ye, lê nabe ku hûrgiliyên girêdayî wê rêkeftinê ji kesî re bêtin veşartin.

Derbarê hilbijartinên serokatiya Amerîkî, Pûtîn tekez kir ku, dê Mosko piştgiriya çi kesê ku bibe hevalê Rûsyayê bike û li çi welatî be.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات